Cixare bû sedema herî mezin a şewatên li Stenbolê
Ji teref Îtfaîyeya Stenbolê ve hat ragihandin cixare bû sedema herî mezin a şewatên li Stenbolê.
Îtfaîyeya Stenbolê îstatîstîka şewatê ya heyama salên 2014-2018an bi raya giştî re parve kir. Li gor daneyên ku ji teref Îtfaîyeya Stenbolê ve bi raya giştî re hatine parvekirin, cixareyên netefandî bûn sedema herî mezin a şewatên li Stenbolê.
Li gor daneyan di heyama salên 2014-2018an de ji sedî 30,5 cixareyên netefandî bûn sedema şewatên ku li Stenbolê derketine.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.