Cixareya elektronîk rîska qeyrana qelb zêdetir dike

Cixareya elektronîk rîska qeyrana qelb zêdetir dike

Li gorî lêkolîneke ku hat kirin cixareya elektronîk rîska qeyrana qelb zêdetir dike.

Li Amerîkayê derbarê rîska qeyrana qelb de lêkolînek hat kirin, li gorî lêkolîna ku hat kirin de cixareya elektronîk rîska qeyrana qelb ji sedî 34 zêdetir dike.

Ji teref Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Kansasê ve derbarê kesên ku cixareyên elektronîk bi kar tînin û bi kar nayênin de lêkolînek hat kirin. Lêkolîn li ser 100 hezar kesan hat kirin.

Li gorî lêkolîna ku hat kirin kesên ku cixareya elektronîk bi kar tînin li gorî kesên ku bi kar nayênin ji sedî 34 zêdetir bi qeyrana qelb derbas dikin.

Di lêkolîna ku hat kirin û bi raya giştî re hat belavkirin de nayê diyarkirin zirara cixareya elektronîk ji wan cixarên ku ji tûtinê tên amadekirin hindiktir e. Lê belê tê diyarkirin ku zirarên vê cixarê gelek zêde ne.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.