Dapîra fedakar a mehkûmê Yûsufî çû rehma Xwedê
Fatma Kalkana dapîra mehkûmê Yûsufî yê bi navê Ramazan Kalkanê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hatiye girtin, li nexweşxaneya ku lê hat rakirin digel temamê midaxeleyan çû rehma Xwedê.
Remezan Kalkanê mehkûmê Yûsufî ev bi salan e ku ji ber nasname û hesasîyetên xwe yên Îslamî di girtîgehê tê girtin. Ji ber ku dêya Remezan Kalkanî hê dema ku ew biçûk rehmet kir, Fatma Kalkana ku dapîra wî ye bi salan lê mêze kir û lê xwedîtî kir. Dapîra Fatma berî niha ji ber nexweşîya xwe hatibû rakirin nexweşxanê.
Hat hînbûn, Fatma Kalkana ku hatibû rakirin nexweşxanê, bi hesreta nevîyê xwe îro çû rehma Xwedê.
Remezan Kalkan hêj dema ku 17 salî bû ji ber nasnameya xwe ya Îslamî û ji ber hesasîyetên xwe yên Îslamî bi kumpas û komployan hat girtin û ji wê rojê ve mexdûrîyeta wî berdewam dike.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.