Daraza darbeker dest danî li ser mal û milkê Mursî û zêdetirî hezar sazîyan
Daraza darbeker a Misirê dest danî li ser mal û milkê Mûrsî jî di nav de 589 kesên ji Îxwanê û zêdetirî hezar sazîyan.
Hat ragihandin daraza darbeker a Misirê dest danî li ser mal û milkê Serokomarê Misirê Muhammed Mûrsîyê ku bi darbê ji wezîfê ha dûrkirin jî di nav de 589 kesên ji Îxwanê û zêdetirî hezar sazîyan.
Di nav sazîyên ku dest hatiye danîn li ser mal û milkên wan de 118 şîrket, 104 mekteb, 69 nexweşxane, 33 malperên înternerî û qanalên stalaytê hene.
Mehkemeya darbeker a Misirê bi qerara ku roja şemîyê standibû derbarê 75 kesên ku rayedarên Îxwanê jî di nav de ne de qerara îdamê dabû.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.