Dawî li rêwîtîya bi zehmet a Efxanan nayê

Dawî li rêwîtîya bi zehmet a Efxanan nayê

Rêwîtîya bi êş û elem a Efxanên ku ji ber bêkarî, bêewlehî û feqîrîyê terka welata xwe dikin û hewil didin bi rêyên dereqanûnî têkevin Tirkîyê bi dawî nabe.

Welatîyên Efxan ên ku ji ber bêkarî, bêewlehî û feqîrîyê terka welata xwe dikin bi sedzehmetî hewil didin ji ser sînora Îranê derbasî Agirî, Îdir,Wan û Erzeromê bibin. Dema ku Efxan didin rêya bi zehmet û meşaqet ji bilî zehmetîyan li rasta sextekaran jî tên û ji teref wan ve tên xapandin.

Tacirên însanan ên ku bi soza anîna Stenbolê pereyên zêde ji penaberên Efxan distînin, piştî ku sînora Îranê derbas dikin li çolterê û warên bêkes bi tena serê xwe dihêlin û terka wan dikin. Efxanên ku terka wan tê kirin êdî bi tena serê xwe didin rêyan û hewil didin bigihinin Stenbolê. Hinek ji wan bi ser dikevin, lê hinek ji wan tên girtin û tên şandin welatên xwe.

Heftîya borî 2 hezar penaberên Efxan ên ku bi şikleke dereqanûnî hatibûn Tirkîyê hatin girtin û bo bên şandin welatên xwe hatin şandin navendên paşveşandinê yên li Agirî, Wan, Îdir û Erzerom.(ÎLKHA)










 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.