Daxuyanîya Amerîka siyonîstên terorîst hartir kir

Daxuyanîya Amerîka siyonîstên terorîst hartir kir

Piştî daxuyanîya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re siyonîstên terorîst û îşxalkerhartir bûn û banga îlhakkirina axên Filistînê kirin.

Îro ji teref Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo ve daxuyanîyek hat belavkirin. Pompeo di daxuyanîya xwe ya ku belav kir  de destnîşan kir ew wek Amerîkayê polîtîkaya xwe ya derbarê wan herêmên ku li Şerîaya Rojava ji teref siyonîstan ve hatine îşxalkirin û lê avahî tên sazkirin guhartine.  Pompeo di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, derbarê wan wargehên ku li Filistînê ji teref siyonîstan ve hatin îşxalkirin û lê  avahî tên înşakirin de destnîşan kir “ biya me ev înşakirin ne li dijî hiqûqa navneteweyî ye.”

Piştî vê daxuyanîya Pompeo Ayelet Şakedê lîderê Partîya Nû yê Rast û wezîrê berê yê edaletê yê siyonîstên îşxalker û terorîst banga îlhakirina cihên ku qala wan tê kirin kir.

Şakedê qustax ê ku bi daxuyanîya Amerîkayê hartir bû ji ber daxuyanîya Amerîkayê kêfxweşîya xwe anî zimên û got “Êdî wext hatiye ku em li van deran bibin xwedî desthilatdar.”

Ji ber daxuyanîya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo ji teref Yekîtîya Ewrûpayê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; helwesta me ya redkirina îskana cihûyan a li Şerîaya Rojava nehat guhartin

Federica Mogheriniya Temsîlkara Bilind a Polîtîkaya Ewlehî û Pêwendîyên Derve ya Yekîtîya Ewrûpayê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Temamê planên îskanê li gorî qanûnên navneteweyî xeyrî qanûnî ne. Temamê navendên îskana cihûyan li dijî qanûnan e. Helwesta me ya redkirina îskana cihûyan a li Şerîaya Rojava nehat guhartin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.