Dayika ku bi êşa qanserê ketiye dixwaze bes careke din lawên xwe yên Yûsufî bibîne

Dayika ku bi êşa qanserê ketiye dixwaze bes careke din lawên xwe yên Yûsufî bibîne

Dîya Mehmet û Sadun Çidemê ku ji ber hesasîyetên xwe yên Îslamî di girtîgehê de tên girtin ji ber ku nexweşîya wê ya qanserê lê zêde kir, hat rakirin nexweşxanê.

Mehmet û Sadun Çîgdemên Yûsufî ji ber hesasîyetên xwe yên Îslamî ev 25 sal in ku di girtîgehê de tên girtin. Dîya van her du Mislimanên Yûsufî ji ber ku nexweşîya wê ya qanserê lê zêde kir hat rakirin nexweşxaneyeke taybet.

Dayika Şamsa Çîgdem a ku niha li Diyarbekirê di nexweşxaneyeke taybet de tê dermankirin daxwazeke dawî dike ku ew jî cara dawî dîtina her du lawên wê yên Yûsufî ye.

Her du birayên mahkûm bo karibin dîya xwe ya nexweş bibînin serî li Serdozgerîya Komarê ya Sêweregê dan, encax dozgerî serîlêdana Mislimanên mehkûm red kir. Ji ber vê yekê naskirîyên Şamsa Çîgdem bertek ji qerarê nîşan dan û daxwaz kirin ku heqên wan ên yasayî bên dayîn.

Derbarê mijarê de Koordînatorê Giştî yê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê Parêzer Mîrxan Ozbeklî ji ÎLKHAyê re daxuyanî da û nirxandinan kir. Ozbeklî di nirxandina ku kir de destnîşan kir heqeke yasayî ye ku mehkûm dîya xwe ya nexweş bibînin.

 “Rayedar divê derbarê vê mijarê de hesas bin”

Ozbeklî di nirxandina ku kir de destnîşan kir  verastkirinek hat kirin da ku kesên hukumxar û girtî  naskirîyên xwe yên ku bi nexweşîya giran ketine ziyaret bikin. Ozbeklî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Ev verastkirineke însanî ye.  Ji ber vê yekê ez ji wan re spas dikim; lê belê di warê sepandina vê verastkirinê de gelek astengî derdikevin pêşîya me. Hinek dozger dibêjin ‘Em nikarin ewlehîyê tesîs bikin’ û serîldan û daxwazên ku di vî warî de tên kirin red dikin û qebûl nakin. Heta îro ji wan mehkûmên ku naskirîyên xwe ziyaret kirin yek ji wan jî problem û astengîyek dernexistin û ji ber vê yekê jî derbarê vê yekê de tu lêpirsîn nehat destpêkirin.”

Berdevkê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê Huseyîn Sabaz, endamên înîsîyatîfê û heyetek ji Yusufî-Derê pêkve çûn serdana malbat Çîgdem. Lijne diyar kir ew ê heta heta bibin şopînerên heq û mafên malbatê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.