Dema bi zimanê Kurdîdi meclîsê de tê axavtin wek zimanê nayê zanîn dikeve qeydan
Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuzê ku derbarê makeqanûna darbê de destnîşan kir “Bi milyonan welatîyên me bi zimanê Kurdî diaxivin, lê belê dema ku di meclîsê de bi vî zimanî tê axavtin ev ziman wek zimanê ku nayê zanîn dikeve qeydan."
Mehmet Yavuzê Serokê Giştî yê HUDA PARê di çarçoveya pîrozbahîyên Îda Qurbanê de çû Semsûrê û beşdarî bernameya pîrozbahîya îdê ya ku ji teref Wehdet-Derê ve hat tertîpkirin bû. Yavuz di bernameya pîrozbahîya îdê de derbarê gelek mijarên di rojevê de nirxandinan kir.
“Bi milyonan welatîyên me bi zimanê Kurdî diaxivin, lê belê dema ku di meclîsê de bi vî zimanî tê axavtin ev ziman wek zimanê ku nayê zanîn dikeve qeydan”
Yavuz di nirxandina ku kir de balan kişand li ser meseleya zimanê Kurdî û nasnekirna wê ya di meclîsê de û derbarê mijarê de wiha axivî: “ Zimanê Kurdî dema ku di meclîsê de tê xeberdan wek zimanê ku nayê zanîn dikeve qeydan. Ger makeqanûna darbê bê guhartin, ew ê Tirkîye ji vê eybê xelas bibe. Lewra, ger ev makeqanûna darbê bê guhartin dê hingî Tirkîye bi wî zimanê ku Xweda gotiye ayeta min re li hev bê. Bi milyonnan welatîyên me bi zimanê Kurdî diaxivin û ev ziman dema ku di meclîsê de tê xeberdan wek zimanê ku nayê zanîn derbasî qeydan dibe.”
“Ma cinayeteke wisa dibe?”
Yavuz di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser problemên ku ji ber nasnekirina zimanê Kurdî derdikevin holê û wiha got: “Ma cinayeteke wisa dibe? Ev ji alîyekî ve tê wateya, tiştê ku Xweda dibêje heye hûn dibêjin nîne ku ji ber vê yekê Xweda rehma xwe ji ser we kêm dike û ji alîyê din ve jî hûn fersendê didin hinek kesan. Lewra ji ber cihê jeostratejîk û jeopolîtîk çavê dinyayê li ser vê herêmê ye. Divê Tirkîye ji vê yekê xelas bibe. Bi tu hincetê nikare jê re taloq bê dayîn. Ger deqîqeyek jî bê taloqkirin ew ê ev yek bi Tirkîyê bedel bide dayîn û em pêkve bedelên ji ber vê yekê didin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.