Derbarê 48 firokevanî de qerara binçavîyê hat dayîn
Di bergeha operasyona FETO de derbarê 48 jê firokevan tevde 68 kesan de qerara binçavîyê hat dayîn.
Hat ragihandin di bergeha lêpirsîna FETO ya ku ji teref Serdozgerîya Komarê ya Enqerê ve hat destpêkirin de li Fermandarîya Asimanî û Bejayîyê derbarê 48 jê firokevan tevde 68 kesan de qerara binçavîyê hat dayîn.
Di daxuyanîya ku ji teref Serdozgerîyê ve hat belavkirin de hat diyarkirin leşkerên ku derbarê wan de qerara binçavîyê hat dayîn de 46ê wan wezîfedar in.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.