Derbarê avahîya ku li Kartalê hilweşîya de 3 kes hatin binçavkirin
Di bergeha lêpirsîna ku derbarê avahîya ku li Kartala Stenbolê hilweşîya de hat destpêkirin de3 kes hatin binçavkirin.
Hat ragihandin di bergeha lêpirsîna ku derbarê avahîya ku li Kartala Stenbolê hilweşîya û bû sedema mirina 21 kesan de hat destpêkirin de 3 kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di bergeha lêpirsînê de Suzan Çayira ku projeya avahîyê xêz kiriye, Ugur Misirliogluyê mesûlê sepana teknîkî yê înşaatê û Arzu Keleş Borana ku ruxsata avahîyê daye ji ber sûcê “bi taqsîr ji mirina çend însanan re sebebbûyîn”ê hatin binçavkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.