Derbarê mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê de pêşangeh hat vekirin

Derbarê mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê de pêşangeh hat vekirin

Li Êlihê derbarê mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê de pêşangeha wêne û karîkaturê hat vekirin.

Ji teref Înîsîyatîfa Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê ve derbarê mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê de pêşangeha wêne û karîkaturê ya ku dê 3 rojan berdewam bike, hat vekirin. Partîyên siyasî, temsîlkarên STKyan, welatî û nasên mehkûmên Yûsifî beşdarî pêşangaha wêne û karîkaturan a ku li ser Kolana Mîmar Sînanê hat vekirin bûn.

FETOyê ku di nava salên divûdirêj de di nav dewletê de rêxistî bû û hema hema ji teref temamê îqtîdaran ve bi hincetên cûrbecûr hat destekkirin, hêz û derfata ewlehî, artêş û daraza ku lê bi cî bûbû heta dawîyê bi kar anî, dest bi ji holê rakirina wan rêxistin û camîayên ku ji xwe re wek raqîb didît kir. FETO bi destê wan zilamên xwe yên ku di burokrasîya siwîl û leşkerî de bi cî kiribû, kes û sazîyên ku ji xwe re dikir hedef bi komplo û kompasan wek teror û terorîst nîşan da û binçav kir. Bi vê yekê jî nesekinî; îşkenceyên giran li wan kir û wan avêt girtîgehê. FETO ji bilî van rê û rêbazan serî li rê û rêbazên rêxistinên îllegal ên mîna JÎTEMê da û însanên bêsûc û bêguneh qetil kir û bi sedan însanan jî avêt girtîgehê.

 Mexdûrîyeta van mehkûmên Yûsifî yên ku ji teref daraza FETO û 28ê Sibatê ve hatine mexdûrkirin hêj berdewam dike. Ji teref Înîsîyatîfa Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê ve derbarê mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê de pêşangeha wêne û karîkaturê ya ku dê 3 rojan berdewam bike, hat vekirin.

Berdevkê Êlihê yê Înîsîyatîfa Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê Huseyîn Olam derbarê pêşangaha ku hat vekirin de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir û got: “ Ev bû 20-27 sal ku gelek Mislimana bi şikleke bêhiqûq di girtîgehê de tên girtin. Ji bo em bala îqtîdarê û raya giştî bikşînin li ser vê meselê em bernameyên cûrbecûr tertîp dikin ku yek ji wan jî ev pêşangeh e. Berî niha me STK û partîyên sîyasî ziyaret kir. Her wisa li ber girtîgehan jî me daxuyanîya çapemenîyê da.”

Olam di berdewama axavtina xwe de diyar kir heta ku ev mexdûrîyet bi dawî bibin ew ê bername û fealîyetên xwe bidomînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em bi van fealîyetan dixwazin ji bo wan kesên ku ev 27 sal in bi şikleke neheq û bêhiqûq di girtîgehê de tên girtin tiştinan bikin. Ev însanên ku bi şikleke neheq di girtîgehê de tên girtin hinek ji wan ji ber ku di gelek zêde di girtîgehê de tên girtin bi nexweşîyên giran ketine. Mixabin hinek ji wan jî ji ber vê yekê  rehmet kirin. Ji teref hemû kesî ve tê zanîn ku ev însan hatine mexdûrkirin. Em jî ji bo dawî li mexdûrîyeta van kesan bê anîn hewl didin. Em ê di vê çarçovê de hinek xebatên din jî bikin. Xweda ji wan razî be.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.