Derbarê Walîyê Misûlê de fermana girtinê hat dayîn

Derbarê Walîyê Misûlê de fermana girtinê hat dayîn

Derbarê Walîyê Misûlê yê ku ji ber facîaya keştîyê ya ku tê de 120 kes mirin de ji wezîfeya xwe hat dûrxistin de fermana girtinê hat dayîn.

Berî vê çendakî li Misûlê li ser Çemê Dîcleyê keştîyeke rêwîyan wergerîyabû û di encama qezaya ku pêk hatibû de zarok û pîrek jî di nav de 120 kes jiyana xwe ji dest dabûn û bi dehan kes jî birîndar bûbûn.

Ji ber vê meselê Walîyê Misûlê  Nofel Hammad Agub û 2 alîkarîyên wî bi hinceta ku îhmala wan di bûyerê de heye ji wezîfê hatibûn girtin.

Ji teref Mehkemeya Misûlê ve derbarê Walîyê Misûlê Nofel Hammad Agub de fermana girtinê hat dayîn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.