Dewrîyeya hevpar a bi Rûsyayê re dest pê kir

Dewrîyeya hevpar a bi Rûsyayê re dest pê kir

Dewrîyeyahevpara Tirkîye-Rûsyayê li rojhilata Feradê dest pê kir.

Hat ragihandin Dewrîyeya  hevpar  a Tirkîye-Rûsyayê li rojhilata Feradê dest pê kir.

Berî vê çendakî li Soçîyê di navbera Tirkîye û Rûsyayê de di warê “herêma bi ewlehî” de lihevkirinek çêbûbû û di bergeha vê lihevkirinê de PKK/YPGyî ji herêmê hatibûn derxistin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li wê “herêma bi ewlehî” ya ku piştî mutabaqata Soçîyê li rojhilata Feradê hat îlankirin dewrîyeya hevpar a Tirkîye-Rûsyayê  îro dest pê kir. Leşkerên Tirkîye û Rûsyayê digel  hev dewrîye davêjin.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Parastinê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin di bergeha mutabaqata ku di 22ê Cotmeha 2019an de li Soçîyê hat îmzekirin de li rojhilata Feradê li herêma Dirbêsîyê dewrîyeya ewil ya hevpar a Tirkîye û Rûsyayê dest pê kir.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.