Di 24 seatên dawî de li Îspanyayê ji ber Coronavîrus’ê 809 kesên din jî mirin

Di 24 seatên dawî de li Îspanyayê ji ber Coronavîrus’ê 809 kesên din jî mirin

Piştî Îtalyayê mirinên herî zêde yên ji ber vîrusê li Îspanyayê pêk tên. Li Îspanyayê hejmara kesên ku ji berCoronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 11 hezar û 744 kesan.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îspanyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; Di 24 seatên dawî de li Îspanyayê ji ber Coronavîrus’ê 809 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara kesên mirî derket 11 hezar û 744an û hejmara kesên ku bi Coronavîrus’ê ketin 119 hezarî derbasî kir.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler