Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 16 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 16 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de daxuyanîyek belav kir.

Fahrettîn Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di 24 seatên dawî de 16 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Wezîr Koca di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Di 24 seatên dawî de 43 hezar û 313 test hatin kirin û di encama van testan de bi 921 kesî re vîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 225 hezar û 173 kesî. Di 24 seatên dawî de hezar û 103 kes baş bûn û hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn û baş bûn derket 208 hezar û 477 kesî.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.