Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 23 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 23 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 23 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 4 hezar û 222 kesan.

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de bi 972  kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 152 hezar û 587 kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Hejmara waqayan daket bin hezarekî Hejmara mirîyên me jî îro jî kêm bûn."

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.