Di 5 salan de 2 milyon zilam ji mala xwe hatin dûrxistin

Di 5 salan de 2 milyon zilam ji mala xwe hatin dûrxistin

Di 5 salan de ji ber qanûna bi hejmara 6284 a ku ji bo “parastina malbatan û girtina pêşîya şîddeta ku li pîrekan tê kirin” hat derxistin lê di rastîyê malbata hildiweşîne, 2 milyon zilam cezaya dûrxistina ji malê standin.

Li gorî daneyên ku ji teref Midûrtîya Giştî ya Îstatîstîka Sîcîla Edlî ya Wezareta Edaletê ve hatine belavkirin di 5 salan de milyonek û 973 zilam ji mala xwe hatin dûrxistin.

Serokê Meclîsa Malbatê yê Tirkîyê Adem Çevîk derbarê wan zilamên ku ji ber qanûna bi hejmara 6284 a ku ji bo “parastina malbatan û girtina pêşîya şîddeta ku li pîrekan tê kirin” hat derxistin lê di rastîyê malbata hildiweşîne ji malên xwe hatine dûrxistin de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.

Çevîk di nirxandina xwe ya ku derbarê mijarê de kir de destnîşan kir ev yek bobelat e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li gorî reqemên fermî di 5 salan de 2 milyon zilamên ku xwedî zarok in ji mala xwe hatine dûrxistin. Ev yek ji bo welat problema ewlehîya neteweyî ye û ji bo dahatûya me gef e.Ev yek bes hejmara wan zilamên ku ji malê hatine dûrxistin e. Ger em pîrek û zarokan jî bixin navê ew ê ev hejmar bibe 5-6 milyon. Ev yek bo îstîqbala me felaket û bobelat e.Dixwazin zilam û pîrekan berdin hev, divê em neyên vê dek û dolabê.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.