Di bergeha lêpirsîna FETO de derheqê 63 kesan de qerara binçavîyê hat dayîn
Di bergeha lêpirsîna FETO ya li Stenbol û Edenê tê birêvebirin de derheqê 63 kesên şikdar de qerara binçavîyê hat dayîn.
Hat ragihandin di bergeha lêpirsîna FETO ya li Stenbol û Edenê tê birêvebirin de derheqê 63 kesên şikdar de qerara binçavîyê hat dayîn. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li Edenê derbarê 12 kesên ku ByLockê bi kar anîne qerarê binçavîyê hat dayîn. Ji van 12 kesan tevde 11 kes hatin binçavkirin.
Li Stenbolê jî di bergeha lêpirsînê FETO de derbarê 51 polêsî de qerara binçavîyê hat dayîn. Ji bo ev kes bên binçavkirin operasyonên hemwext hatin lidarxistin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.