Di Çemê Dîcleyê de ceseda pîrekekê hat dîtin
Li Cizîra navçeya Şirnexê di Çemê Dîcleyê de ceseda pîrekekê hat dîtin.
Hat ragihandin li Cizîra navçeya Şirnexê di Çemê Dîcleyê de ceseda pîreka bi navê Asya Kolanç(45) hat dîtin.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin piştî ku telefon û çenteya Asyayê li ber qerexa çem hatin dîtin re, yekîneyan di çem de lêkolîn kirin û li rasta ceseda pîrekê hatin. Li gor şahidan Asya bo hênik bibe ketiye çem û xeniqîye.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.