Di dîroka siyasetê ya Kurdistan û Tirkîyê de siyasetmedarekî bijarte: Mehmet yavuz

Di dîroka siyasetê ya Kurdistan û Tirkîyê de siyasetmedarekî bijarte: Mehmet yavuz

Merhûm Mehmet Yavuzê ku bi exlaqê xwe ya xweşik derdiket pêş û di oxira hedefên xwe de micadele dida; bi rabûn û rûniştina xwe di her qadê de dawetvanekî Îslamê bû.

Mehmet Yavuzê ku di 46 salîya xwe de çû rehma Xwedê di emrê xwe ya kurt de gelek tiştên baş û xweşik kirin. Rehmetî bi exlaqa xwe ya siyasî, rihê têkoşer û xîtabata xwe tesîr li ser bi sed hezaran însanî hişt.

Yavuz di sala 1973yan de li Kahtaya Semsûrê hat dinyayê, dibistana ewil, navîn û lîseyê li Kahtayê xwend. Dû re ji Zanîngeha Konya Selçukluyê mezun bû.  Piştî ku mezûn bû re demekê mamostetî kir.

Yavuz di sala 2000î de bi kumpas hat girtin û  2 salan di zindanê de hat girtin. Yavuzê ku di rojnameya Dogruhaberê de nivîskar bû bi HUDA PARê dest bi siyasetê kir û di HUDA PARê de ji Serokê partîyê re wekîltî kir.

Yavuz di pêvajoya ku bi komplo û kumpasan di zindanê de dihat girtin de ji ber îşkenceyên ku lê hatin kirin bi êşa qansera gurçikê ket. Yavuz ji ber êşa qanserê di destpêka 2019an de dest bi tedawîya nexweşîya xwe kir û nêzî 6 mehan li Diyarbekirê tedawîya qanserê dît ku du roj ji Îda Qurbanê re mabû ku şeva Înê derdora seat 01.05an de rehmet kir.

Yavuz di sala 2014an de bi HUDA PARê dest bi siyasetê kir û demekê wezîfeya Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê kir. Yavuz di pêvajoya vê wezîfeya xwe de li bajar bi bajar, gund bi gund û bajarok bi bajarok gerîya û qala dawa Xwedê kir. Ew dema ku vê wezîfeya xwe dikir qet bi paşve gav neavêt û aciz nebû.

Rehmetî bi xîtabet, uslub, rabûn û rûniştina xwe tesîr li ser bi sed hezaran kesî hişt û ji xortên Misliman re di her qadî de bû mînak û rêber.Lewra ew bi şev û roj ji bo riza Xwedê dixebitî da ku di nav Mislimanan de yekîtî bê sazkirin.

Rehmetî dema ku nexweşîya wî lê giran kir qet gazinan ji halê xwe nekir û her tim sebir kir û ji halê xwe re şukir kir. Bi gotineke din ji ferman û teqdîra Xwedê re ji dil û canê teslîm bûbû. Ji ber rehmetkirina Mehmet Yavuz bi sed hezaran kes mehzûn bûn. Rehmetî îro ji teref bi sed hezaran kesî be bi rehmet û minnet tê yadkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.