Di doza JÎTEMê de qerar hat daxuyandin

Di doza JÎTEMê de qerar hat daxuyandin

Mahkeme di niştina qerarê ya doza JÎTEMê ya Enqerê de derheqê bersûcan de qerara beratê da.

Hat ragihandin mahkeme di niştina qerarê ya doza JÎTEMê ya Enqerê de derheqê bersûcan de qerara beratê da.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Mahkemeya Cezaya Giran a Yekemîn a Enqerê di doza cinayetên faîlî meçhul de derheqê 17 kesên ku Mehmet Agar jî di nav wan de bû de qerara beratê da.

19 kesên ku Mehmet Agarê wezîrê karên hundir, Îbrahîm Şahînê Serokê Daîreya Harekata Taybet ê wê heyamê û Korkut Eken, Ayhan û Çarkin jî di nav de bûn de doz hatibû vekirin.

JÎTEMa ku navê wî bi cinayetên ku di salên 90î de hatine kirin dihat zikirkirin û ji teref dewletê ve demeke dirêj hebûna wê nehat qebûlkirin ji gelek sûcên faîlî meçhûl ên ku di navbera salên 1988-2000î de nexasim li Kurdistana Tirkîyê hatin kirin berpirs dihat dîtin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.