Di doza kumpasê ya 17ê Berfanbarê de ji 25 bersûcan re cezaya muebbet hat telebkirin

Di doza kumpasê ya 17ê Berfanbarê de ji 25 bersûcan re cezaya muebbet hat telebkirin

Di doza kumpasê ya 17ê Berfanbarê de ji 25 bersûcan re cezaya hepsa muebbet a girankirî hat telebkirin.

Hat ragihandin di doza kumpasê ya 17ê Berfanbarê ya ku tê de tevde 67 bersûc tên darizandin de ji 25 bersûcan re cezaya hepsa muebbet a girankirî hat telebkirin. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di nav wan kesên ku ji wan re cezaya hepsa muebbet hatiye telebkirin de midûrên berê yên ewlehîyê Nazmî Ardiç û Yakup Saygili jî heye.

Lijneya mehkemê ya ku derbarê dozê de qerar da xwest ku girtîbûna kesên bersûc berdewam bike û niştinê taloqî 4ê Adarê kir.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.