Di doza Leylaya biçûk de ji 7 kesan re cezaya muebbeta girankirî hat xwestin

Di doza Leylaya biçûk de ji 7 kesan re cezaya muebbeta girankirî hat xwestin

Di doza Leylaya biçûk a ku li Agirîyê winda bû û piştî 18 rojan ceseda wê hat dîtin de ji 7 kesan re cezaya muebbeta girankirî hat xwestin.

Leyla Aydemîra 4 salî sala borî dema ku digel dê û bavê xwe çûbû gundê bi navê Bezirxana Agirî ji nişka ve winda bûbû û di encama xebatên ku 18 rojan berdewam dikir de ceseda Leylaya 4 salî hatibû dîtin.

Di doza ku hat vekirin de îddîanameya ku hat amadekirin ji teref Mehkemeya Cezaya Giran a Yekemîn a Agirî ve hat qebûlkirin. Di îddîanameya ku hat amadekirin de ji 7 kesan re cezaya muebbeta girankirî hat xwestin.

Ew ê darizandina wan kesên ku ceza ji wan re tê xwestin di 20ê Îlonê de dest pê bike.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.