Di Doza “Şewata Aladag”ê de qerar
Di doza ku derheqê şewata şevîmana li Aladaga Edenê dihat dîtin de qerar derket, li gorî qerara mehkemê ji 8 kesan re ceza hat dayîn.
Berî vê 3 salan li Aldaga navçeya Edenê di şevîmaneke xwendekar şewat derketibû û di şewata ku derketibû de 12 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî şewata ku derketibû derheqê hewadîsê de doz hatibû vekirin.
Di darizandina ku doh li Mehkemeya Cezaya Giran hat dîtin de ji 8 kesan re di navbera 8 sal û 10 meh û 12 sal û 2 meh ceza hat dayîn.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.