Di êrîşa siyonîstan de yek jê bebek tev de 3 Filistînî şehîd bûn

Di êrîşa siyonîstan de yek jê bebek tev de 3 Filistînî şehîd bûn

Di êrîşa siyonîstên îşxalker a ku li Xazzê hat kirin de pîrekeke dûcanî û bebeka wê jî di nav de tev de 3 kes şehîd bûn.

Rejîma îşxalker û siyonîst doh êvarî êrîşa asimanî bir li ser Xazzê. Di êrîşa asimanî ya ku ji teref siyonîstên terorîst ve hat kirin de pîrekeke dûcanî û bebeka wê jî di nav de tev de 3 kes şehîd bûn.

Berdevkê Wezareta Tenduristîyê yê Xazzê Eşref el-Kudra  derbarê êrîşa siyonîstên terorîst de daxuyanîyeke nivîskî belav kir. El-Kudra di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir di êrîşa siyonîstan a ku li herêma El-Caferavî hat kirin de pîreka dûcanî ya bi navê Înas Muhammed Îhmaş û bebeka wê yê bi navê Beyan şehîd bûn.

Her wisa di êrîşeke din a ku hat kirin de jî Filistîneyekî din jî şehîd bû.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.