Di êrîşên ku li Xazzê hatin kirin de 14 Filistînî şehîd bûn û 31 Filistînî jî birîndar bûn
Di êrîşên ku ji teref siyonîstên terorîst ve ji roja yekşemê heta îlankirina agirbestê hatin kirin de 14 Filistînî şehîd bûn û 31 Filistînî jî birîndar bûn.
Hat ragihandin di êrîşên ku ji teref siyonîstên terorîst ve ji roja yekşemê heta îlankirina agirbestê li hember avahîyên hikûmetê, mal û wargehên sîwîl û zevîyên zireatê hatin kirin de 14 Filistînî şehîd bûn û 31 Filistînî jî birîndar bûn. Tê diyarkirin di êrîşên siyonîstên terorîst de 80 avahî û sazî zirar dîtin.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di mîsîllemeyên hêzên berxwedanê de jî 2 îşxalker hatine kuştin û zêdetirî 100 îşxalker jî hatine birîndarkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.