Di êrîşên ku li Xazzê hatin kirin de hejmara şehîdan derket 20an

Di êrîşên ku li Xazzê hatin kirin de hejmara şehîdan derket 20an

Êrîşên siyonîstên terorîst ên ku ji doh serê şeveqê pêve dest pê kiribûn îro jî berdewam dikin. Di encama êrîşên siyonîstan de hejmara şehîdan derket 20an.

Hat ragihandin êrîşên siyonîstên terorîst ên ku ji doh serê şeveqê pêve dest pê kiribûn îro jî berdewam dikin. Di encama êrîşên siyonîstan de hejmara şehîdan derket 20an.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama êrîşên ku vê şeveqê hatin kirin de 2 kes şehîd bûn.

Ofîsa Enformasyonê ya Hikûmeta li Xazzê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de di êrîşên ku ji doh heta îro tên kirin de yek jê zarok û yek jê pîrek tevde 20 kes şehîd bûn û zêdetirî 50 kesan jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta 190 mûşek hatine avêtin wargehên ku ji teref siyonîstan ve hatine îşxalkirin. Di dîmên ku hatine weşandin de tê dîtin ji ber mûşekên ji teref komên berxwedanê ve tê avêtin siyonîstan, gelekî ditirsin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.