Di lêpirsîna FETO de derbarê 89 kesan de qerara binçavîyê hat dayîn

Di lêpirsîna FETO de derbarê 89 kesan de qerara binçavîyê hat dayîn

Li Stenbolê di lêpirsîna FETO de leşkerên muwezzef jî di nav de derbarê 89 kesan de qerara binçavîyê hat dayîn.

Di bergeha lêpirsîna FETO ya rêxistîbûna leşkerî de derbarê 89 kesan de qerara binçavîyê hat dayîn.

 Hat ragihandin di bergeha lêpirsîna FETO ya ku ji teref Serdozgerîya Komarê ya Stenbolê ve tê birêvebirin de derbarê 71 leşkerên ku tê diyarkirin bi rayedarên FETO re têketine pêwendîyê  û derbarê 18 kesên ku ji leşkeran mesûl in de qerara binçavîyê hat dayîn.

Li dijî kesên ku derbarê wan de qerara binçavîyê hat dayîn operasyon hat destpêkirin. Di encama operasyona ku hat destpêkirin de 48 jê leşker û 8 jê berspirsîyarê leşkeran tevde 56 kes hatin binçavkirin. Bo kesên din ên ku derbarê wan de qerara binçavîyê heye bên girtin xebar berdewam dikin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.