Di navbera AK Partîyî û HDPyîyan de pevçûna bi çek: 4 mirî 8 birîndar

Di navbera AK Partîyî û HDPyîyan de pevçûna bi çek: 4 mirî 8 birîndar

Di navbera heyeta ku bi Parlementerê Rihayê yê AK Partî Îbrahîm Xelîl Yildiz re li Sûrûcê xebatên hilbijartinê dikirin û komek HDPyîyan de pevçûn derket. Di encama pevçûnê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin Di navbera heyeta ku bi Parlementerê Rihayê yê AK Partî Îbrahîm Xelîl Yildiz re li Sûrûcê xebatên hilbijartinê dikirin û komek HDPyîyan de pevçûn derket. Di encama pevçûnê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin Yildizê ku Parlementerê AK Partî yê Rihayê û namzedê parlementerîyê bo xebatên hilbijartinê li Sûrûcê bû û li dikandaran digerîya. Dema ku kete dikana kesekî ku tê diyarkirin HDPyî ye, kesê HDPyî jê re bertek nîşan da û pevçûn derket. Di encama pevçûna ku derket de çek û kêr hatin bikaranîn.

Di encama pevçûna ku derket de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn. Di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dane de kekê Yildiz bi xwe jî heye.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.