Di navbera Komareya Efrîkaya Navîn û komên çekdar de peymana aştîyê

Di navbera Komareya Efrîkaya Navîn û komên çekdar de peymana aştîyê

Neteweyên Yekbûyî û Yekîtîya Efrîkayê destnîşan kirin di navbera Komareya Efrîkaya Navîn û 14 komên çekdar de li ser peymana aştîyê lihevkirin çêbûye.

Ji teref Neteweyên Yekbûyî û Yekîtîya Efrîkayê ve hat destnîşan kirin di navbera Komareya Efrîkaya Navîn û 14 komên çekdar de li ser peymana aştîyê lihevkirin çêbûye.

Ji bo aştîyê di 24ê Çileyê de li Hartûma paytexta Sûdanê hevdîtin hatin kirin û di encama hevdîtina ku hat kirin de li ser peymana aştîyê lihevkirin çêbû û dawî li şer û pevçûnên ku ji sala 2013an vir ver berdawam dikin hat anîn ku ji ber vê yekê gel kêfxweş bû. Lewra di vê pêvajoya pevçûnê de bi hezaran însan hatin kuştin û bi sed hezaran însan jî ji cî û warên xwe bûn.

Komîserê Yekîtîya Efrîkayê Smaîl Cherguî derbarê mijarê de daxuyanîyek da. Cherguî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir “Ev yek him ji Komareya Efrîkaya Navîn û him jî ji bo gel rojeke xweş e.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.