Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!

Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!

Mütaxessisên ku destnîşan dikin qrîza dil ne tenê di temenên pêşketî de tê dîtin, diyar kirin ku ew ji bo ciwanan jî xetereyeke cidî ye û bal kişandin ser girîngiya destwerdana bilez a dijî xetereya mirina ji nîşkê ve.

Pisporê Qardiyolojiyê Prof. Dr. Mehmet Baltalî, derbarê nîşaneyên qrîza dil, faktorên xetereyê yên li ser ciwanan, metirsiya mirina ji nîşka ve û awayê destwerdana yekem a rast a di dema qrîzê de daxuyanî dan.

Qrîza dil di mêran de û di temenên mezin de bêtir tê dîtin!

Mütexessisê Qardiyolojiyê Prof. Dr. Mehmet Baltalî bal kişand ser wê yekê ku qrîza dil bi girtina ji nîşka ve ya damarên ku dil xwedî dikin çêdibî û got: “Enfarktusa miyokardê, yanî qrîza dil e. Di şert û mercên asayî de sê damarên sereke dil xwedî dikin. Dema ku yek ji wan digire, oksîjen naçe wê herêma dil a ku ew damar xwedî dike. Di wê çirkeyê de ew herêm qet nakeve tevgerê û ev yek dikare bibe sedema pirsgirêkên giran.”

Prof. Dr. Baltalî destnîşan kir ku qrîza dil rewşeke ku bêtir di mêran de û di temenên mezin de tê dîtin û axaftina xwe wiha domand: “Sedema vê yekê xwînmayîn û girtina damar e. Di jinan de jî bi destpêkirina menopozê re zêde dibe. Ev bêtir wekî nexweşiya temenê mezin (pîriyê) tê zanîn.”

Cixare, dibe sedema zêdebûna rêjeya qrîza dil a di nav ciwanan de!

Prof. Dr. Baltalî bi bîr xist ku di van demên dawî de di nav ciwanan de, yanî di jin û mêrên bin 45 salî de rêjeya qrîza dil zêde bûye û hişyarî da: “Zêdebûna hişmendiya li ser qrîza dil jî ev rêje zêde kir. Di mirinên berê de diyar nebû ku ji ber qrîza dil e an bûn faktorên xetereyê yên ku dibin sedema qrîza dil hene. Faktorên genetîk, malbatî û polîgenetîk hene; cixarevexwarin û kolesterol jî hene. Bi taybetî ji ber ku rêjeya cixarevexwarinê zêde bûye, di nav ciwanan de rêjeya qrîza dil bilindtir dibe ku bê dîtin.”

Metirsiya mirinê, bi wê damara ku hatiye girtin ve girêdayî ye!

Prof. Dr. Baltalî diyar kir ku qrîza dil bi gelek nîşaneyên cûrbecûr derdikeve holê û ev bi bîr xist: “Ya yekem, dikare qet nîşanê nede. Nîşaneya duyem û ya herî berbelav jî êşa sîngê an jî êşa milê çepê ye.”

Prof. Dr. Baltalî bal kişand ser wê yekê ku li gorî damara girtî û herêma ku astengiya xwedîkirinê tê de heye metirsiya mirinê zêde dibe û got: “Bi taybetî bi girtina koronera rastê ve girêdayî, êşa zik û dilxelandin dikare bibe. Kêmtirokiya şaşiya ritim û ragihandinê ya giran dikare çêbibe. Ev xirabûna ritmê dibe sedema mirinê.”

Rêbaza jiyanê û genetîk xetereyê zêde dikin!

Prof. Dr. Baltalî binxêz kir ku qrîza dil di her temenî de xeternak e û got: “Bi girtina yek ji damarên mezin re, gava xwîn naçe kîjan herêma dil û bêoksîjen dimîne, li gorî wê herêmê dikare ew çend xeternak bibe. Lê eleqeya vê rewşê bi temen re pir tune ye. Lê belê em dikarin bibêjin ku di nav ciwanan de qrîza dil di rêjeyeke pir bilindtir de dibe sedema mirina kardiak a ji nîşkê ve.”

Prof. Dr. Baltalî anî ziman ku faktorên xetereyê yên qrîza dil dişibin faktorên xetereyê yên nexweşên artera koroner ên asayî û wiha got: “Cixare sedema herî girîng e, xetereya qrîza dil 3-4 qat zêde dike. Ya duyem bilindbûna kolesterola xirab e. Sedema sêyem tansiyon, nexweşiya şekir û genetîk e. Mebesta ji genetîkê ne tiştekî ku rasterast ji dê û bav derbas dibe ye, lê ger dê û bavê kesekî bin 60 salî de qrîza dil derbas kiribin, ev kes bêtir di bin xetereyê de ne. Ji ber wê divê ev kes di temenên pir zû de van faktorên xetereyê kontrol bikin û xwe ji wan dûr bixin.

Wekî tedbîr, divê meriv van cûre xetereyan ji holê rake, dev ji cixarê berde, dermanên kolesterolê bi kar bîne û bi giranî bi rûnê zeytûnê, sebze û fêkiyan xwarinên tendurist bixwe. Divê di rojê de ji bo werzişên wekî meşîn an jî avjeniyê di asteke diyarkirî de dem bê veqetandin.”

Cehda herî girîng a destwerdana yekem gerandina 112an e!

Prof. Dr. Mehmet Baltalî bal kişand ser wê yekê ku destwerdana yekem a li ser kesê ku qrîza dil derbas dike xwedî girîngiyeke jiyanî ye û got: “Pêngava yekem a ku bê kirin bêhnvedan e. Tişta herî girîng jî gerandina ambûlansa acil a 112an û banga ambûlansê ye.”

Prof. Dr. Baltalî teqez kir ku divê destwerdan ji aliyê kesekî ji rêzê ve neyê kirin û axaftina xwe wiha domand: “Divê destwerdan ji aliyê kesên pispor ên di qada xwe de bê kirin. Kesê ku qrîza dil derbas dike divê li ser pişta xwe bê dirêjkirin û neyê tevgerandin. Divê li benda hatina ambûlansê bimînin.”

Destwerdana kesên ku ne pispor in dikare ji fêdeyê bêtir zirarê bide!

Prof. Dr. Baltalî diyar kir ku divê bi awayekî herî lezgîn destwerdan ji bo kesî bê kirin û ev hişyarî da: “Mirina ji nîşkê ve, yanî nexebitîna dil, ew mirin in ku 1-2 seet piştî qrîza dil çêdibin. Divê bi qasî ku pêkan e bi lez destwerdan ji bo kesî bê kirin. Divê vê destwerdanê kesên pispor bikin. Tişta yekem ku divê bal bê danyê ev e ku bê kontrolkirin ka kes bêhnê distîne û dilê wî lê dide an bîn têra xwe vekirî hiştina dev û ji holê rakirina tiştên mekanîkî yên ku rê li ber bêhnstendinê digirin bes e. Her destwerdana ku ji aliyê kesên ne pispor ve bê kirin, ji fêdeyê bêtir zirarê çêdike.”

Masaja dil dikare dilê ku dixebite bide rawestandin!

Prof. Dr. Baltalî binxêz kir ku masaja dil nabe ji aliyê kesekî ku nizane ve bê kirin û ev îfade bi kar anîn: “Şaşkirina masaja dil, gava dil dixebite dibe sedema rawestîna dil. Divê ambûlansa 112an bê xwestin û li benda hatina wê bimînin. Dibe ku dengê dilê kesekî ku dilê wî lê dide jî neyê bihîstin. Destwerdana kesekî ku nizane li ser kesê qrîza dil derbas dike nikare bi encameke tendurist bi dawî bibe. Masaja dil dikare ji aliyê bijîşk, teknîsyenên tibê yên acil û hemşîreyan ve bê kirin. Divê bê tespîtkirin ka nexweşê qrîza dil derbas dike bêhnê distîne an bîn û divê nûçeya pûlsê (nebz) bê kontrolkirin.”

Prof. Dr. Baltalî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesê ku qrîza dil derbas dike ger bi tenê be û wesayîtê biajo, divê teqez wesayîta xwe bikişîne rexê rê. Divê kes bangî servîsa acil a 112an bike. Divê derbasî pozîsyona paldanê (paldayî) bibe. Ger pir di tengasiyê de be dikare alîkariyê bixwaze. Kesê ku alîkariyê dike jî divê di qada xwe de pispor be.”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.