Di sala 2018an de Behra Spî bû goristana penaberan
Komîsertîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir sala borî 2 hezar û 275 penaber di Behra Spî de jiyana xwe ji dest dan.
Ji teref Komîsertîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ve derbarê penaberên ku di Behra Spî de jiyana xwe ji dest dane de raportek hat amadekirin. Di raporta ku hat amadekirin de hat destnîşankirin sala borî 2 hezar û 275 penaber di Behra Spî de jiyana xwe ji dest dan.
Di berdewama raportê de hat diyarkirin hejmara penaberên ku di sala 2018an de gihaştine Ewrûpayê tevde 139 hezar 300 e.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.