Di serê her 24 sanîyeyan carekê de kesek di qezayên trafîkê de dimire
Hat diyarkirin ji ber qezayên trafîkê di serê her 24 sanîyeyan carekê de li dinyayê kesek jiyana xwe ji dest dide.
Li tevahîya dinyayê mirinên ku ji ber qezayên trafîkê pêk tên her ku diçin zêdetir dibin. Derbarê mijarê de ji teref Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ve raportek hat amadekirin. Di raporta ku hat amadekirin de hat diyaririn sedema herî mezin a 8emîn a mirinan qezayên trafîkê ne.
Di sala 2016an de li Tirkîyê ji sedî 12,3yê 100 hezar kesên ku jiyana xwe ji dest dan ji ber qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest dan.
Li cîhanê qeza herî hindik li Norweç, Swêd û Îsvîçreyê pêk tên.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.