Di şewata daristanê de 30 îtfaîyevan mirin

Di şewata daristanê de 30 îtfaîyevan mirin

Li Çînê di şewata daristanê ya ku pêk hat de 30 îtfaîyevanên ku mudaxeleyî êgir kirin jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li Çînê di şewata daristanê ya ku pêk hat de 30 îtfaîyevanên ku mudaxeleyî êgir kirin jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li daristana li herêma Sîçuana Çînê roja şemîyê borî şewat derket û şewat hêj berdewam dike. Ji bo şewata ku derket bê tefandin 700 xebatkarên îtfaîyê hatin wezîfedarkirin.

Di dema xebatên tefandina şewatê de hinek îtfaîyevan mahsûr man.  Ji îtfaîyevanên ku mahsûr man tevde 30 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî winda bûn.

Li herêmê xebatên tefandina êgir berdewam dikin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.