Di şewata keştîyê ya ku li Tengava Kerçê derket de 14 kes jiyana xwe ji dest dan
Li Tengava Kerçê du keştî şewitîn, di encama şewata ku derket de 14 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gor daxuyanîya ku ji teref Rosmorreçflota Veguhastina Nehrê û Behrê ya Rûsyaya Federal di encama şewata ku di 2 keştîyan de derket de 14 kes jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî hatin xelaskirin.
Li gor nûçeyên ku di çapemenîya Rûsyayê de hatine belavkirin dema ku keştîyek sotemenî îqmalî keştîya din dikir teqîn pêk hatiye.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.