Di şewata ku derket de mal û milkê ku nirxê wê 2 milyon TL bû şewitî
Li Wêranşara Rihayê di şewata ku di depoyeke erzaqê derket de mal û milkê ku nirxê wê 2 milyon TL bû şewitî.
Hat ragihandin li Wêranşara Rihayê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di depoyeke ku tê de erzaq hebû de şewat derket. Di encama şewatê de mal û milkê ku nirxê wê 2 milyon TL bû şewitî.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin şewat derdora seat 13.00an de li Pazara Nû ya Genim di dikana ku tê diyarkirin yê kesekî bi navê Veysî Haçan e de derket. Di demeke kurt de agirê ku hêj nayê zanîn ji ber çi sedemê derketiye holê temamê depoyê dar ber xwe û depo seranser bû mîna xwelîyê.
Di encama xebatên ku 4 seat berdewam kirin de agir hat tefandin. Hat diyarkirin ji ber şewatê de mal û milkê ku nirxê wan 2 milyon TL bû şewitî.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.