Di şewata ku li nexweşxanê derket de 6 jê pitik 23 kes ji dû tesîrdar bûn
Li Sêrtê ji ber şewata ku di nexweşxaneyeke taybet derket de 6 jê pitik tevde 23 kes ji dû tesîrdar bûn.
Hat ragihandin li Kolana Gursesa Taxa Bahçelîevlera Sêrtê di nexweşxaneyeke taybet de şewat derket. Ji ber şewata ku derket 6 jê pitik, yek jê zarok 17 nexweş û 6 jê jî xebatkarên nexweşxanê tevde 23 kes ji dû tesîrdar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şewat di qeta 5emîn de ji kontaxa ceyranê derketiye. Piştî ku bi bûyerê hat hesîn re îtfaîye û ambûlans hatin sewqkirin li cihê bûyerê.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Tenduristîyê yê Bajêr Dr.Erol Emre Omur ve daxuyanîyek hat belavkirin. Erol di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, rewşa nexweşxan baş e.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.