Di xwepêşanên li Basrayê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn

Di xwepêşanên li Basrayê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn

Hat ragihandin li Basraya Iraqê hêzên ewlehîyê li xwepêşanên ku dihatin kirin mudaxele kirin. Di encama mudaxeleya ku hat kirin de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.

Li Basraya Iraqê ev nêzî du mehan e ku xelk ji ber bêkarî, tunebûna ceyranê û ji ber problemên di xizmetên kamûyê de bênavber xwepêşanan li dar dixe. Di xwepêşanên ku doh hatin  kirin de hêzên ewlehîyê mudaxeleyî xwepêşandaran kirin.

Di encama bûyerên ku hêzên ewlehîyê mudaxeleyî kirine de xwepêşan mezintir bûn û xwepêşandar  di ser avahîya walîtîyê de girtin û avahî dan ber êgir.  Ji ber bûyerên ku mezin bûn hêzên ewlehîyê çek bi kar anîn. Di encama bikaranîna çekan de 7 kes jiyana xwe  ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn

 Fermandarîya Operasyonan a Basrayê ji ber bûyerên ku derketine daxuyanîyek da û destnîşan kir li Basrayê derketina derve hatiye qedexekirin.

Serokê Koalîsyona Saîrunê Mukteda es-Sadr derbarê bûyerên ku rû dane de daxuyanîyek da û diyar kir “Ez ji wan re pêşnîyaz dikim; sebrê me neceribînin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.