Di xwepêşanên Meşa Mezin a Vegerê de 15 Filistînî birîndar bûn

Di xwepêşanên Meşa Mezin a Vegerê de 15 Filistînî birîndar bûn

Di 41emîn heftîya xwepêşanên Meşa Mezin a Vegerê de siyonîstên terorîst êrîşî Filistînîyan kirin. Di encama êrîşê de15 Filistînî birîndar bûn.

Hat ragihandin di 41emîn heftîya xwepêşanên Meşa Mezin a Vegerê de siyonîstên terorîst êrîşî Filistînîyan kirin. Di encama êrîşê de  15 Filistînî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di bergeha Meşa Mezin a Vegerê de Mislimanên Filistînî xwepêşan li dar xistin. Siyonîstên terorîst û îşxalker bi çekan êrîş birin li ser Filistînîyên ku xwepêşan li dar dixistin. Di encama êrîşa çekdarî ya siyonîstan de 15 Mislimanên Filistînî birîndar bûn.

Lijneya Tertîbê ya Meşa Mezin a Vegerê destnîşan kir ew ê heftîya were jî di bin sernava “Qerardarîya me dê dorpêçê bişkîne” xwepêşanan  tertîp bikin.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de  hat diyarkirin di encama êrîşa siyonîstan de 15 Filistînî birîndar bûn ku di nav birîndaran de 2 doxtor jî hene.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.