Digel qerara mehkemê 9 endamên Hîzb-ut Tahrîrê hatin binçavkirin
Digel qerara mehkemê ya îhlala mafan di operasyonên ku li Aydin û Îzmîrê hatin lidarxistin de 9 kesên ku endamên Hîzb-ut Tahrîrê ne hatin binçavkirin.
Hat ragihandin li Aydin û Îzmîrê li hember kesên ku tên diyarkirin endamên Hîzb-ut Tahrîrê ne operasyon hatin lidarxistin. Di encama operasyonên ku hatin lidarxistin de 9 kes hatin binçavkirin ku berî çendîn caran ji teref Mehkemeya Makeqanûnê biryar dabû ku li hember kesên ku bi hinceta endamtîya Hîzb-ut Tahrîrê tên binçavkirin heqên însanî tên îhlalkirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di operasyonên ku hatin lidarxistin de Temsîlkarê Îzmîrê yhê Medyayê yê Koklu Degîşîmê Abdulmelîk Kiliç û 8 kesên bi navê Abdullah Adanir, Hîkmet Saygin, Îskender Ozer, Ferhat Subaşi, Kenan Urak, Engîn Denîz Peker, Umît Yîgît, Veysel Sutlubudak hatin binçavkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.