Dikandarê ku ceyrana wî hat qutkirin DEDAŞê protesto kir
Li Silopîya navçeya Şirnexê dikandara ku ceyrana kargeha wî qufle li dikana xwe da û DEDAŞê protesto kir.
Mihemed Kayayê ku li Silopîya Şirnexê ev 13 sal in dikandar e bêyî ku hincetek jê re bê nîşandan ji teref ekîbên DEDAŞê ve ceyrana dikana wî hat qutkirin. Ji ber ku ceyrana dikana wî hat qutkirin welatîyê bi navê Mihemed qufle li derîyê dikana xwe da û DEDAŞê protesto kir.
Mihemed Kayayê ku ev 2 roj in ceyrana dikana wî hatiye qutkirin ji bo balan bikşîne li ser mexdûrîyeta xwe li ser dikana wisa nivîsî: “ DEDAŞê bi neheqî û bêqanûnî ceyrana dikana min qut kir. Ez jî vê yekê protesto dikim û dikana xwe venakim.”
Dikandar û welatîyên ku ji bûyerê bûn şahid destek dan dikandarê bi navê Mihemed.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.