Dîmena avahîya ku li Kartalê hilweşîya derket holê
Dîmena avahîya ku li Kartala Stenbolê hilweşîya derket holê.
Li Kartala Stenbolê avahîyeke 8 qetî hilweşîya, dimena hilweşînê ya avahîyê derket holê.
Di dîmenên ku ji teref kamerayên ewlehîyê ve hatin qeydkirin de tê dîtin ku avahîya 8 qetî bi gurmînîyeke bi şiddet hildiweşe û piştî hilweşînê toz li derdorê belav dibe û welatî ji bo zirar negihije wan hewl didin birevin.
Walîyê Stenbolê Elî Yerlîkaya piştî hewadisê hat cihê bûyerê û destnîşan kir avahî di sala 1992an de digel zemînê wek 4 qetan hatiye sazkirin;şê dû re 3 qetên din li ser avahîyê hatiye rakirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.