Dîroka PKKê ya Qetlîaman-3: Başbaxlar, Qerecdax, Stewrê…

Dîroka PKKê ya Qetlîaman-3: Başbaxlar, Qerecdax, Stewrê…

PKKyê ku ji roja ku hatiye damezrandin vir ve gelek zêde qetlîaman li herêmê kiriye, roj hat li meydanên gundan zêc û zarok, ciwan û extîyaran bi şikleke girseyî qetil kir û roj hat di ser mizgeftan de girt û êrîşên hovane û wehşî tertîp kir.

Ew qetlîamên ku PKK ji salên 1980 û 1990î vir ve kirine hêj nehatine jibîrkirin. PKKyê ku di sala 1978an de hat damezrandin, êrîşa xwe ya ewil di 15ê Tîrmeha sala 1984an de li Erûha Sêrtê û li Şemzînana Colemêrgê li dar xist. Ew êrîş li Tirkîyê bûn destpêka qonaxeke nû.

Di wan êrîş û qetlîamên ku ji teref PKKê ve hatin kirin de bi sedan zarok, pîrek, ciwan û extîyar hatin  qetilkirin ku ev qetlîam hêj nehatine jibîrkirin û hêj wek roja ewil di hişê bi hezaran malbatan de cihên xwe mihafeze dikin.

PKKyê ku rêxistineke çepgir e û ji bilî êş û elemê, azar û tehdayîyê, qetil û kuştinê nedaye xelkê Kurd,  di 26ê Hezîrana sala 1992an de li Sûsaya Farqîna Diyarbekirê di ser mizgeftê de girt û 10 Mislimanên ku di mizgeftê îbadet dikirin bi şikleke hovane û wehşîyane qetil kir. Di salvegera vê qetlîama Sûsa ya ku ji teref PKKê ve hat kirin de dîroka bi xwîn a PKKê anî bîran.

Hinek qetlîamên din ên ku ji teref PKKê ve hatine kirin:

Qetlîama Başbaxlar

Dema ku dîrok 5ê Tîrmeha sala 1993an nîşan dide, PKKyê hov û wehş vêcarê xwe li gund Başbaxlara Kemalîyeya Erzîncanê nîşan da. PKK, di wextê ninêja mexribê de Adil Xoceyê Îmam Xatîbê mizgeftê jî di nav de tev de 28 Mislimanan qetil kir û dû re gund da ber agir. Di bûyerê 5 kes jî di malên ku hatin şewitandin de ji teref PKKê ve hatin qetilkirin. PKKyê ku zêr û zîvên li ser pîrekan dizî, li pey xwe gundekî ku bûbû kavil û tê de 70 êtîm ma hişt. Di lêkolîna ku piştî bûyerê hat kirin de hat tespîtkirin wê şevê tev de 584 berik hatin bikaranîn ku ev hejmar wehşeta ku wê şevê hat kirin derdixe holê.

Kesekî ku wê rojê ji wê qetlîamê re bûbû şahid wisa qala wê wehşetê kir: “Me dikir ku nimêja êvarê bikin, nevîyê min hat û got ku anarşîst ketine nava gund. Min jî hema derî girt. Dema ku min derî girt, min dîtin. Hatin û ji min xwestin ku derî vekim. Lê belê min derî venekir û çûn. Me nimêja xwe kir û dest bi diayan kir. Min ji şibakê li derve nihêrt, ew kesên ku di ser gund de girtin derîyê mala cîranê min şikandin û zilamên di malê de derxistin derve  û yekî danîn li ser serê wan. Wî ksî berê tifinga xwe da wan zilaman. Çend kes hatin derîyê mala me şikandin û ketin hundir, pirsîn ka di hundir de zilam hene yan na? Wê kêlîyê pere li ba min hebû, min wan pereyan ji wan dirêj kir û min got qey ew ê rahijin pereyan û bela xwe ji min vekin. Rahiştin pereyan û min û bûka min û nevîyê min bi tifingan derxistin  derve. Dema ku ez dertim min li pey xwe nihêrî ku bombe di malê de bi cî dikin. Piştî ku em derketin derve malê şewitandin. Dema ku me derxistin zordarîyê li me dikirin. Min ji wan re got ku ez extîyar û nexweş i, lê belê dîsa min kaş kirin. Me birin cihê lê pîrekan top kiribûn. Bombeya li derdora me bi cî dikirin. Ji alîyekî ve jî wesayît û malan dişewitandin. 28 kesan bi şikleke bêwijdan kuştin. Gundê me heta şeveqê şewitî. Ji ber ku telefon tunebû me nikarîbû xeber bidin derdorê.”

Qetlîama gundê Derînce

PKKyîyên hov û qatil, di 21ê Cotmeha sala 1993an de li hewşa mekteba gundê Derînceya Baykana Sêrtê 13 ji wan zarok tev de 22 kesan kuştin. Komek PKKyîyên ku di ser gundan de girtin ji malbata Erdem ku pitikeke 3 mehî  û pîrekên bi hemil jî di nav de tev de 22 kesan qetil kirin. Zaman Erdemê ku ji şahidên qetlîamê bû destnîşan kir di wê qetlîamê de xanim, 3 zarok, dê, kek û birazîyên wî hatine qetilkirin.

Erdemê ku diyar kir xelk wê çaxê di navbera du agiran de mabû derbarê mijarê de weha axivî: “ Wê demê ez jî qoricî bûm. Kesên ku ne qoricî bûn dewletê zilmê li wan dikir. Dema ku dibû qoricî jî PKK zilmê li wan dikir. Em kesên ku di navbera du agiran de mabûn, ji ber ku em karibin gundê xwe biparêzin û ji bo ku karibin debara xwe bikin bûne qoricî. Roja ku qetlîam hat kirin ez li nobedê bûm. Heta wê rojê me ne bi dewletê û ne jî PKKê re pev çûbûn. Di wextên êvarî de ji nişka ve ji gund dengê çekan hat. Derdora gund hatibû girtin. Bi çekên giran di ser gund de direşandin. Me jî bersiv da êrîşê.Berik wek baranê di ser me de dihatin. Lê beê haya me jê tunebû zarokên me li ber devê mektebê kuştine. Dema ku ez nêzî mektebê bûm, min dît ku jinbirayê min di nav xwînê de ye. Dema ku ez hatim miqabilê mektebê ez ecêbmayî mam, lewra devê mektebê bûbû wek mezbaxanê. Zarokên 3 mehî yên di hêmbeza dêyan xwe de jî hatibûn kuştin. Feryad û fîxanan kesên birîndar dihat bihîstin. Ji ber wê manzarê ez bêhiş ketim. Qîz apê min û du zarokên wê jî hatin qetilkirin ku ji Stenbolê hatibûn. Wê rojê pevçûn sê seat û nîv berdewam kir. Lê belê yekîneyên leşkerî dereng hatin.”

Rukîye Erdema ku di qetlîama li gund de naskirîyên wê hatin kuştin, derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anî zimên: “ Êvarî seat dihat nehan, em li malê rûdiniştin. Ji nişka ve dengê çekan hat. Ez derketim  derve, dengê hawar hawarê dihat. Ez ber bi hewşa mekteba ku jê deng dihat ve çûm. Ji ber manzaraya ku min dîtî ez ecêbmayî mam. Zarok û pîrekên ku li wê derê hatibûn komkirin tev hatibûn qetilkirin û bedenê însanan li ser hevdû bûn û tev bi xwîn bûn. Ji ber vê yekê min qêrîn û fîxan. Di nav wan birîndaran de pîrekek bi hemil a ku birîndar bûbû ji min alîkarî xwest. Nikaribû ji erdê rabe. Min alîkarîya wê kir û pal da dîwara mektebê.Ez bi birîndarên din re jî mijûl dibûm. Min him li wan dinêrt û him jî dikir feryad û fîxan da ku gundî ji qetlîamê haydar bibin. Lê belê wek baranê guleyan di ser gund de direşandin. Koma ku ketibû gund qelebalix bû.  Ji ber ku qoricîyan bersiv dabûn wan, bi temametî neketibûne gund. Ji ber vê yekê însanên di çend malên di gund top kiribûn û ew qetil kiribûn. Zarokekî ku hat qetilkirin ji PKKyîyan re got ‘Min nekujin, dêya min tuneye, ez êtîm im.’ Lê belê wî jî qetil kirin.”

Qetlîama bajaroka Yavî

PKKyîyên ku di 25ê Cotmeha sala 1993an de di ser Yavîya bajaroka Çata Erzeromê de girtin, welatîyan di qehwê de kom bûbûn berik reşandin û 35 kesan qetil kirin. Di wê qetlîama ku wê rojê hat kirin de 50 kes jî birîndar bûn.

PKKyîyên ku derdora 19.30an de bi qamyoneta ku dizîbûn hatin gund, êrîş birin li ser qahweya ku gundî lê top bûbûn. Di êrîşa ku hat kirin de 35 kes jiyana xwe ji dest dan û nêzî 50 kesan jî birîndar bûn. Hûrgilîyên qetlîama ku wê rojê hat kirin dû re derketin holê.

Qetlîama ku li Madenê di dema lêgerîna rê de hat kirin

Di yekê Çileya sala 1994an de PKKyîyên ku li Madena Xarpêtê du otobusên rêwîyan sekinandin 8 kesên ku ji otobusê pîya kirin qetil kirin. Qetlîama ku hat kirin di Kovara Serxwebûnê de ji teref PKKê ve li ser xwe hat girtin û sedema qetilkirina wan jî DYPyî bûna wan hat nîşandan. Ew kesên ku hatin qetilkirin di kontrola nasnamê de hatibûn tespîtkirin ku memûr in û ji ber vê yekê hatibûn qetilkirin.

“Şehîdên Mayînê yên Qerexdaxê”

Xelkê gundê Gogweriya Qerecdaxê ji ber ku tu carî serê xwe li ber zilma PKKê netewand  rastî êrîşa kesên PKKyî hat. Di 10a Adara sala 1994an de kesên PKKyî van Mislimanên ku serê xwe li ber zilma wan netawandibû hedef girtin û bi mayinan êrîşî Mislimanên gundê Gogwerî kirin.Di encama teqîna mayina PKKyiyan de ji 50 kesên ku di otobusê de bûn tev de 11 kesên mezlûm şehîd bûn û 40 jî birîndar bûn.
 

Navên şehîdên ku di êrîşa bi mayin de hatibûn şehîdkirin bi vî awayî ne: “Îbrahîm Dagtekîn, Mele Xidir Akyol, Bedrî Soysal, Muhammed Xelîl Golçer, Muhammed Emin Golçer, Tacettîn Parlak, Xelîl Demîr, Kutbettîn Ayhan, Muhammed Ayhan, Hecî Remezan Yeşîl û Remazen Golçer.

Qetlîamên Ormancik û Akyurek

PKKyê ku di 21ê Çileya sala 1994an de êrîş bir li ser gundên Ormancik û Akyureka girêdayê Stewrêya Mêrdînê 11 ji wan zarok tev de 21 kesan qetil kir.

Du komên cûda yên PKKê di 21ê Çileya sala 1994an de, derdora seat heştên êvarî de êrîş birin li ser gundên Ormancik û Akyureka girêdayê Stewrêya Mêrdînê. Ji ber êrîşa PKKê, qoricîyên gund bersiv dan êrîşê û pevçûn heta ber şeveqê re berdewam kir. Di pevçûna ku derket de 4 qoricî jiyana xwe ji dest dan. Zarok û pîrekên ku ji ber şer tirsîyan di malekê de kom bûn. PKKyîyên ku vê yekê dîtin di ser malê de gule reşandin û dû re bombeyan destan û xaz avêtin nava malê. Di encama teqînên ku pêk hatin de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. 8 kesên ku ji bombeyên xazê bi jehrê ketin, hatin rakirin nexweşxanê ku ji van 8 kesên birîndar dû re 2 kes jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin di şer de qoricîyan jî 2 PKKyîyan kuştin. Di Serxwebûna ku çapemenî û weşana PKKyê ye de qetlîam li ser xwe hat girtin.

Qetlîama karkerên madenê yên Seldîrenê

5ê Îlona sala 1995an de, PKKyîyan li nêzî gundê Seldîrena navçeya Samandagiya Hatayê de girtin û 8 karkerên madenê qetil kirin. Di êrîşê de karkerek jî birîndar bû. Li gor agahîyên ku ji teref Walîtîyan Hatayê ve hatine belavkirin; koma PKKê ya ku ji 15 kesan pêk dihat di ser madenê de girtin tev de 8 karkeran kuştin. Êrîş di Serxwebûnê de ji teref PKKê ve li ser xwe hat girtin û wek “12 leşker, sîwîl û faşîst hatin kuştin” hat daxuyandin.

Qetlîama bajaroka Darikent

Di 11ê Îlona sala 1994an de 40 PKKyîyên ku li Mazgîrta Dêrsimê di ser bajaroka Darikentê de girtin 6 mamosteyên ku li bajarokê erkdar bûn ji lojmana ku lê mabûn derxistin qetil kirin û dema ku PKKyî ji bajarokê veqetîyan wezîfedarên tenduristîyê yên bi navê Mustafa Demîrtaş, Huseyîn Vural û Kazim Kilinç digel xwe birin.

PKKyê ku ji rijandina xwînê têr nabe di 13ê Tebaxa sala 1996an de li Îstasyona Trênê ya Demîrîza gundê Akçaşehîra Sêwas-Kangalê 8 kesan, di 8ê Mijdara sala 199j6an de li gundê Kopruluya Çêleya Colemêrgê 12 jê qoricî tev de 17 kesan, di 15ê Berfanbara sala 1997an de li gundê Yoncaliya navçeya Kerborana Mêrdînê jî 12 kesan qetil kir.

Qetlîama Parka Koşuyoluya Diyarbekirê

Dema ku dîrok 13ê Îlona sala 2006an nîşan dide, PKKê vêcarê rûyê xwe yê reş li Diyarbekirê nîşan da. PKKyîyên ku li nêzî Parka Koşuyolu bombe bicîkirin, bombê teqandin. Di encama teqîna bombê de yek jê pitik tev de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.

Berdewama wê tê…

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.