Dîrokên îmtîhanên YKSyê hatin daxuyandin

Dîrokên îmtîhanên YKSyê hatin daxuyandin

Prof. Dr. Halis Aygunê Serokê OSYMyê destnîşan kir ew ê îmtîhanên YKSyê di 15-16ê Hezîranê de bên tertîpkirin.

Ji teref Serokê Navenda Bicîkirin, Hilbijartin û Pîvanê Prof. Dr. Halis Aygun ve derbarê dîrokên Îmtîhanên Sazîyên Perwerdehîya Bilind de daxuyanîyek hat dayîn.

Aygun di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew ê îmtîhanên Îmtîhanên Sazîyên Perwerdehîya Bilind di 15-16ê Hezîrana sala 2019an de bên tertîpkirin.

Ji ser malpera Navenda Bicîkirin, Hilbijartin û Pîvanê dîrokên tertîpkirin û encamkirina îmtîhanên ku dê di sala 2019an de bên kirin hatin belavkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.