Dîya mehkûmê Yûsifî Xelîl Taş çû rehma Xwedê

Dîya mehkûmê Yûsifî Xelîl Taş çû rehma Xwedê

Medîna Taşa dîya mehkûmê Yûsifî Xelîl Taşê ku ev 26 sal in ji ber xizmet û nasnameya xwe ya Îslamî di zindanê de tê giritn bi hesreta ewladê xwe çû rehma Xwedê.

Hat ragihandin Medîna Taşa dîya mehkûmê Yûsifî Xelîl Taşê ku ev 26 sal in ji ber xizmet û nasnameya xwe ya Îslamî bi kumpas û komployên FETO di zindanê de tê giritn bi hesreta ewladê xwe çû rehma Xwedê.

Hat diyarkirin Medîna Taş berî vê çend rojan ji ber nexweşîya xwe ya ji kezebê hatibû rakirin nexweşxanê ku digel temamê midaxeleyan çû rehma Xwedê.

Merhûme di wextên şeveqê de ji teref nas û hezkirîyên xwe ve li Goristana Asrî ya Yenîkoya Diyarbekirê hat definkirin. Tê diyarkirin Xelîl Taş nikaribû beşdarî definkirina dîya xwe bibe; lê belê ew ê beşdarî şîna dîya xwe bibe.

Nasên merhûme tazîyeyayn li Mala Şînê ya Hazroyîyan a li ser Kolana Hatboyuya Baglarê qebûl dikin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.