Diyanet dê 9 hezar û 500 personelî bistîne
Serokatîya Karên Diyanetê dê 9 hezar û 500 personelî bistîne.
Hat ragihandin ew ê Serokatîya Karên Diyanetê 3 hezar kes xoceyên kursa Qur’anê, 6 hezar îmam xatîp û 500 kes jî muezzîn-kayyim bistîne.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ew ê serîlêdan di navbera 7-15ê Sibatê bên kirin û kesên ku dê serîlêdan bikin pêwîst ji KPSSê herî kêm 50 puan girtibin.
Kesên namzed dê bikevin mulakata devkî jî. Ew ê 3 qetî hejmara personelê ku dê bê girtin û puana wan herî zêde bin dê bên gazîkirin mulakatê.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.