Diyarbekirî bi gulan hatin vexwandin bernameya Muhabbeta Muhammedî

Diyarbekirî bi gulan hatin vexwandin bernameya Muhabbeta Muhammedî

Endam û dildarên Weqfa Evîndarên Pêxember ji bo bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” ya ku dê roja yekşemê li Diyarbekirê bê tertîpkirin xelkê bi gulan vexwandin.

Ew ê roja yekşemê di seat 13.00an de li Qada Newrozê ji teref Koordînatorîya Bajêra Diyarbekirê ya Weqfa Evîndarên Pêxember ve bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” bê tertîpkirin. Ji bo bernameya ku dê bê tertîpkirin xebatên amadehî û vexwandinê berdewam dikin.

Di bergeha xebatên amadehîyê de digel qîzikên biçûk rayedar, endam û dildarên weqfê di serî de li herêma Mizgefta Hz. Suleyman û li gelek herêman bi gulan xelkê Diyarbekirê hat vexwandin bernamê.

Rayedarên weqfê gul, gulav, şekir û broşuran ji xelkê re belav kirin. Welatîyan ji ber vê yekê ji rayedarên weqfê re teşekur kirin û destnîşan kirin ew ê beşdarî bernamê bibin.

Endam û dildarên weqfê li gelek herêmên bajêr bi pankart, afîş û flamayan xemilandin. Her wisa afîş û pankartên ku bi Kurdî û Tirkî hatibûn amadekirin bi dikan, pir,otobus û kolanan ve hatin daleqandin. Di bergeha xebatên bernamê de kitêba bi navê 40 Hedîs 40 Ders a ku ji teref Ozkan Yaman ve hatibû amadekirin li malan tê belavkirin.

Ew ê roja yekşemê di seat 13.00an de li Qada Newrozê ji teref Koordînatorîya Bajêra Diyarbekirê ya Weqfa Evîndarên Pêxember ve bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” ya bi mijarê “Hz. Muhammedê Rêberê Exlaq û Edaletê” bê tertîpkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.