Doza Yasîn Boru ya ku tê de bersûcên fîrarî dihatin darizandin hat taloqkirin

Doza Yasîn Boru ya ku tê de bersûcên fîrarî dihatin darizandin hat taloqkirin

Doza duyemîn a ku tê de bersûcên fîrarî dihatin darizandin û ji doza bersûcên qatil ên Yasîn û hevalên wî hatibû veqetandin ji ber ku parêzerên bersûcan beşdarî nebûn taloqî 7ê Mijdara 2018an hat kirin.

Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Hasan Gokgoz û Rîyad Guneş di 6-7ê Cotmeha sala 2014an de ji teref PKK/HDPyîyan di êrîşa ku hatibû kirin de bi şikleke wehşîyane hatibûn şehîdkirin û doza ku hatibû vekirin berdewam dikir. Doza duyemîn a ku tê de bersûcên fîrarî dihatin darizandin û ji doza bersûcên qatil ên Yasîn û hevalên wî hatibû veqetandin  îro li Mehkemeya Cezaya Giran a Enqerê ya 2yemîn hat dîtin û parêzerên muştekî Abdulganî Orhan û Hasan Boztaş û Parêzera Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê Serpîl  Şahîn beşdarî dozê bûn.

Serokê Mehkemê Alî Erbiyik destnîşan kir hêj ji Sazîya Pêwendî û Teknolojîyên Agahîyê  bersiva muzekkerê nehatiye dayîn û ji bersûcan Burhan Ay û Îsa Ozel jî nehatine girtin.  Heyeta mehkemê ji ber ku parêzerê bersûc Fîlîzer bêyî mazeretê nîşan bide beşdarî niştinê nebûye  û bo kêmasîyên evrakan bên tedarikkirin, derbarê girtîbûna bersûc de qerara berdewama girtîbûnê da û dozê taloqî 7ê Mijdara sala 2018an kir.

Abdulganî Orhanê ku parêzerê dozê ye di daxuyanîya ku da de destnîşan kir parêzerên bersûcan bi zanebûn beşdarî dozê nabin û hewl didin dozê dirêj bikin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.