Ebbas: Quds ne ê firotanê ye

Ebbas: Quds ne ê firotanê ye

Serokê El-Fetîh Mahmud Ebbas di axavtina xwe ya ku li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî kir de destnîşan kir “Quds ne ê firotanê ye.”

Mahmud Ebbasê Serokê El-Fetîhê di 73emîn  Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axavtinek kir û destnîşan kir “ Quds ne ê firotanê ye û dê mafên xelkê Filistînî neyê xistin mijara bazarê.”

Ebbas di berdewama axavtina xwe de ji birêveberîya Amerîka daxwaz kir, qerara ku Qudsê wek “paytexta siyonîstan” nas dike, “qutkirina alîkarîya ku ji Filistînîyan re dihat kirin” û “yekîneyên îşxalê” bila cardin ji ber çavan derbas bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ne li dijî gotûbêjê ne û me tu carî gotûbêjê jî red nekir. Em ê di warê meseleya “Filistînî-îsraîl” de navbeynkarîya bes a Amerîka qebûl nekin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.