El-Qassam: Ew ê dijmin bedela cinayetan bi şikleke giran bide
Tuxayên El-Qassam ê ku şaxa leşkerî ya Hamasê ye destnîşan kir ew ê xwîna şehîdên qehreman li erdê nemîne û ew ê dijmin bedela cinayetan bi şikleke giran bide.
Di daxuyanîya ku ji teref Tuxayên El-Qassamê ku şaxa leşkerî ya Harekata Berxwedana Îslamî ye ve hat dayîn de hat destnîşankirin di êrîşa ku ji teref siyonîstên terorîst ve li xaleke nobedê ya li Xazzê hat kirin de 3 mucahîd şehîd bûn.
Li gor daxuyanîya ku hat belavkirin Mislimanên bi navê Ahmed Munîr Silêman El-Besus(28) Ubade Esad Xidir Feravîne(29) Muhammed Tevfîk Muhammed El-Ar'îr(28) di êrîşa siyonîstan de şehîd bûne.
Di berdewama daxuyanîya ku hat diyarkirin dê xwîna şehîdan li erdê nemîne de hat diyarkirin “Ew ê dijminê ku her roj êrîşê dibe li ser xelk û muxahîdên me bi şikleke herî giran bide.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.